Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û pûkê rêya 871 gom û gundan ji çûn û hatinê ra girtî ye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand tesîra berfa duh dest pê kir û car caran lê dike, didome.
Li navenda bajêr û navçeyan ji ber berfê rêya 308 tax, gund û goman ji çûn û hatinê ra girtî ye.
Li navenda bajêr ekîbên berf paqijkirinê rêyan vedikin û xebatkarên şaredariyê jî kolan û peyarêyan paqij dikin.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 11mîn a Rêbejan jî ji bo vekirina bihûrên Guzeldere û Kurubaşa di navbera Wan û Hekariyê da dixebitin.
Rêya di navbera Wan û Baxçeserayê da jî ji ber talûkeya ketina aşîtê hatiye girtin û çûyînên ber bi navçeyê ji alî Hîzana navçeya Bidlîsê va tên kirin.
Hekarî, Mûş û Bidlîs
Ji ber berf û pûkê li Hekariyê rêya 229, li Mûşê rêya 84 û li Bidlîsê jî rêya 250 gundî ji çûn û hatinê ra girtî ye.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li van bajaran kuçe û kolanan paqij dikin.AA