Li herêmê xebatên ji bo vekirina rêyên girtî

Li 4 bajarên rojhilatê rêya 135 gund û goman ji ber berfê girtî ye

Li herêmê xebatên ji bo vekirina rêyên girtî

 Li Wan, Hekarî, Mûş û Bitlîsê ji ber berf û pûkê rêya 135 gund û goman hatiye girtin.

Di daxuyaniya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weşand da hat gotin ku ji ber berf û pûkê rêya 49 gom û gundan girtî ye.

Ji duh heya niha rêya 351 gund û goman hat vekirin û xebatên paqijkirina berfê jî dewam dike.

Hekarî

Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr ji ber berf û bagerê rêya 53 gund û taxan hat girtin û ekîbên rêvekirinê digel şert û mercên hewayê xebatên xwe didomînin.

Li navçeya Yuksekovayê jî mij heye û hewa sar e û ji ber vê jî jiyana rojane bi zor û zehmet e.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur daxuyand li bajêr rêya 10 gundan hatiye girtin, lê ekîb dixebitin ku di demeke nêz da rêyan vekin.

Ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr berfê paqij dikin û xwê bi rêyan wer dikin.

Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyand ku li seranserê bajêr rêya 23 gundan hatiye girtin û ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE