Li Herêmê xizmetên qeyûman

Piştî tayînkirina qayyûman di gelek waran de xebat tên kirin

Li Herêmê xizmetên qeyûman

Li herêmê piştî tayînkirina qayyûman, gelek xizmet hatin kirin û hin ji wan hêj dewam dikin. Li kopa muşê xebatên binesaziyê tên kirin. Li şirnexê jî ji bo mexdûrên terorê ji 5 hezarî zêdetir xanî tên çêkirin.

Li Kopa Mûşê piştî tayînkirina qayyûm di gelek waran de xebat dest pê kirin.

Pirsgirêkên bingehîn ên navçeyê yeko yeko tên çareserkirin.

Cîgirşaredarê Bulanikê Haci Arslan Uzan: Niha li 8 cihên cuda yên navçeyê xebat hene. Di çarçoveya van xebatan de 100 kîlomîtro xeta ava vexwarinê, 90 kîlomîtro xeta qanalîzasyonê û 4 û nîv kîlomîtro jî xeta ava baranê tê çêkirin. Înşallah dema ev xebat biqedin pirsgirêkên binesaziyê jî wê çareser bibin.

Di çarçoveya xebatan de wîtrînên hemû dikanên li sûkê bi heman awayî hatin nûkirin.

Cîgirşaredarê Bulanikê Haci Arslan Uzan:hemû wîtrînên dikanan ji aliyê şaredariyê tên nûkirin. Di destpêkê de esnafên me ji van xebatan ne razîbûn lê piştî ku xebat xilas bûn wan jî dît û ji vê pir kêfxweş bûn. Êdî ew tên ji me daxwaz dikin.

Esnafên ku dikanên wan hatin nûkirin ji rewşa nû razî ne.

Şaredariyê ji bo navçeyê konekî mezin jî çêkir.

Bi hevkariya şaredariyên din li navçeyê gelek park jî hatin çêkirin.

Li ser çemê Avakor jî xebat hene.

Cîgirşaredarê Bulanikê Haci Arslan Uzan: Bi alîkariyên DSÎyê ev çem hate islahkirin. Em spasî wan dikin. Em ê jî li kêleka çem xebatên xwe bikin. Me xebat dan destpêkirin. Em ê li wir cihekî wisa çêkin ku her kes ê karibe bi malbata xwe re were û li wê derê rûne.

Şaredariya Şirnexê jî ji bo mexdûrên terorê ji 5 hezarî zêdetir xaniyan çê dike.

Cîgirşaredarê Şirnexê Turan Bedirhanoğlu, behsa xizmetên şaredariyê kir û got em ê zirarê ku rêxistina terorî da welatiyên me telafî bikin.

Cîgirşaredarê Şirnexê Turan Bedirhanoğlu : “Me xwest bajarê Şirnexê jî wek bajarên rojavayê bibe bajarekî modern. Me gelek proje xistin xizmetê. Em ê îsal avahiyeke nû ya şaredariyê çêkin. Her wiha çêkirina ji 5 hezarî zêdetir xaniyî jî ber bi dawîbûnê ye.”

Xelkê Şirnexê, ji xizmetan memnûn e.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE