Li herêmê zivistan

Li hin bajaran berf heye hin bajar jî wekî biharê ne

Li herêmê zivistan

Li seranserê welêt tesîra zivistanê dewam dike. Li mûşê riya gundan hat girtin. Li rihayê jî hewa germ e û wek biharê bû. Welatî jî derketin derve û berê xwe dan parkan.

Li Mûşê ji ber berfê riya Mûş Qulp û Diyarbekirê hatibû girtin.

Li derdora riyan bilindiya berfê heta 6 metreyan derket.

Ekîbên Îdareya Taybet a bajêr ji bo paqijkirina riyan bênavber dixebitin.

Her wiha gundê Redkanê ji ber berfê zêde û aşîtê di bin berfê de ma .

Bilindiya berfê ji 4 metreyan derbas kir. Gundî tûnelan vedikin û bi vî awayî diçin axuran û heywanên xwe dinêrin.

Li aliyekî dijwariya zivistanê heye, li aliyê din jî li hin bajaran rojên wekî biharê hebû.

Li Rihayê hewa li gorî zivistanê germ e, welatî jî derketin derve û berê xwe dan parkan.

Hin welatiyan masî girtin hin jî bi zarokan xwe re li parkan geriyan.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 09:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE