Li Herêma Anîyê xebatên arkeolojiyê tên kirin

Ji 4 zanîngehan pispor û xebatkar li herêma dîrokî kolanê dikin.

Li Herêma Anîyê xebatên arkeolojiyê tên kirin

Herêma anîyê ya li Karsê bi berhemên xwe yên dîrokî tê zanîn. Xan û xerabeyên anîyê di lîsteya UNESCOyê de ne jî. Ji 4 zanîngehan pispor û arkeolog niha li ser xerabeyên anîyê dixebitin.

Xan û xerabeyên Aniyê di lîsteya UNESCO ya mîrateyên cihanê de ne.

Ji bo ev berhemên dîrokî bên parastin û xerabeyên ku di bin axê de mane werin derxistin, xebatên kolanê tên dikin.

Ji 4 zanîngehan 42 akademîsyen û pisporên arkoleojiyê bi piştgiriya Ajansa Serhedê û Wezareta Çand û Turîzmê dixebitin.

Arkeologên ku li herêmê dixebitin dibêjin: “ Îsal em li 5 cihên cuda dixebitin. Ji wan 4 cih li bajarê dîrokî Anîyê wekî xebatên kolandinê dewam dikin. Ekîbeka me jî li ser seramîk û berhemên tên dîtin dişixulin.”

Çav li rê ne li herêmê xebat heya 10ê Îlonê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE