Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) diyar kir ku ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyên me mirin, li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî winda jî dewam dikin.
AFADê di daxuyaniya xwe ya li ser lehiya Behra Reş da diyar kir ku hemû sazî bi piştgiriya personel û wesayîtan va xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyên me mirin. Dermankirina 9 welatiyên me li nexweşxaneyan dewam dike. Li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî winda jî dewam dikin."AA