Li herêma Çiqlê Zeytûnê 17 terorîst hatin berterefkirin

Li herêma Çiqlê Zeytûnê 17 terorîst hatin berterefkirin

PKK/YPGya rêxistina terorê ji bo derbasî alî herêma Çiqlê Zeytûnê bibe hewl da û ev yek ji alî eskerên Hêzên Artêşa Tirk va hat ferqkirin û li ser vê şer derket. Hêzên ewlehiyê bi ser terorîstan da gule barandin û di encamê da 6 terorîst hatin berterefkirin.

Wesayîtên Bêmirov ên Hewayî (WBH) û Wesayîtên Çekdarî yên Bêmirov ên Hewayî (WÇBH) piştî ku sewqî herêmê hatin kirin komandoyan jî dest bi operasyonê kir.

Bi WBH û WÇBHyan va herêm awayek berfireh hat kontrolkirin û ciyê terorîst reviyanê hat tespîtkirin. Bi ser herêmê da gule û top hatin barandin, komandoyan jî dest bi operasyonê kir û di encamê da 11 terorîstên din jî hatin berterefkirin.

Di encama operasyona ku ji ber hewla terorîstên dixwestin derbasî herêma Çiqlê Zeytûnê bibin dest pê kir da bi tevahî 17 terorîst hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE