Li herêma erdhejê, ji bo 3 mehan derman belaş e. Xelkê herêmê ji bo muayene û reçeteyê jî tu pere nade.
Di zelzeleya Elazigê de, welatiyan gelek zirar dîtin.
Dewlet, bi hemû îmkanên xwe, ji bo barê ziyanzedeyên erdhejê sivik bibe, dixebite.
Di vê çarçovê de mexdûrên nexweş, wê karibin dermanên xwe ji ser sîgortayê bikirin.
Ligel vê, mexdûr ji bo muayene û reçeteyê jî tu pere nadin.