Li herêma Herekata Mertalê Feratê du esker şehîd ketin

Li herêma Herekata Mertalê Feratê du esker şehîd ketin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li herêma Mertalê Feratê di encama êrîşa dijî wesayîta kirpî ya ku diçû herêma baregehê du esker şehîd ketin, du esker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya WPNyê da ev hatin gotin:

"Li herêma Herekata Mertalê Feratê di 24ê tîrmeha 2021î da di êrîşa dijî wesayîta me ya kirpî ya ku diçû herêma baregaha me da du eskerên me yên qehreman şehîd ketin, du eskerên me yên qehreman birîndar bûn û demildest rakirin nexweşxaneyê.

Piştî êrîşa dijî wesayîta me ya eskerî hat kirin hedefên terorê yên li herêmê hatin diyarkirin û demildest gule lê barandin û hatin lêxistin. Dijî kozikên terorê guleberdanên me yên cezakirinê didomin. Me xwîna şehîdên xwe li erdê nehişt, em ê nehêlin.

Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest dan bike, serê Artêşa Tirkiyeyê û gelê me sax be, em ji bo birîndarên xwe şifayê dixwazin."

-Ji Serokê Ragihandinê Altun ji bo eskerên şehîd peyama serxweşiyê

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun ji bo eskerên şehîd serxweşî xwest ku li herêma Herekata Mertalê Feratê di êrîşa terorîstan a dijî wesayîta eskerî da şehîd bûn.

Altun di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da wiha got, "Ez ji Xwedê ji bo şehîdên me rehmet, ji bo malbat û hezkiriyên wan jî serxweşî û sebrê dixwazim. Xwedê bilez şifayê bide eskerên me yên birîndar. Bira gumana kesî tunebe ku heta koka terorê neqele û sînorên me ewle nebin, têkoşîna me dê dê bidome."

-Ji Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji bo eskerên şehîd peyama serxweşiyê

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bo eskerên şehîd, serxweşî xwest ku li herêma Herekata Mertalê Feratê di êrîşa terorîstan a dijî wesayîta eskerî da şehîd bûn.

Akar di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da wiha got, "Hevalên me yên qehrehman ên çekê 24ê Tîrmeha 2021ê şehîd bûn. Ez li ser navê xwe û li ser navê mensûbên Wezareta Parastina Neteweyî ji bo şehîdên me yên qehreman ji Xwedê rehmet û ji bo malbatên wan û miletê me yê esîl jî serxweşî û sebrê dixwazim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE