Li herêma Karsê talûkeya hişkayiyê heye

Çemê navdar ê herêmê bi şev cemed digire bi roj dihele…

Li herêma Karsê talûkeya hişkayiyê heye

Zivistanê dest pê kir, lê hêj jî ne berf hatiye ne baran tê, ne jî cemed dikeve. Ji ber vê jî wekî hemû deverên Türkiyeyê li herêma Karsê jî delîlên talûkeya hişkesaliyê hene. Yek ji wan jî herikîna ava Çemê Karsê ye.

Meh Kanûn e lê belê her der tav e, li tu derî berf tune.

Berê di vî wextî de li herêmê nêzî 60 santîm berf li erdê bû.

Lê belê îsal ne sir û seqem heye, ne jî berf tê.

Rûspiyên herêmê dibêjin, me di heyata xwe de hişkayiyeke wisa nedîtiye.

Ji ber xweşbûna hewayê ava Çemê Karsê jî bi şev hinekî qeşa digire lê biroj ew jî dihele diçe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE