Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand ku li herêma Mertalê Biharê 82 hedefên rejimê bûne armanc, 9 tank, 2 0bus, 6 ÇNRA û 2 wesayitên eskerî hatine îmhakirin herwiha 299 eskerên rejimê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku li herêma Mertalê Biharê di encama teqeya unsûrên rejimê de eskerek şehîd ketiye û 9 esker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li herêmê demildest 82 hedefên rejimê bûn armanc. Rehma Xwedê li şehîdên me yên birûmet be. Serê malbata wî, artêşa Tirkiyeyê û gelê me sax be. Xwedê şîfayê bide personelên me yên birîndar. Me ti hawî xwîna şehîdên xwe li erdê nehişt û ji îro pê de jî emê nehêlin. Li gorî agahiyên dawîn ên ku ji çavkaniyên herêmê hatin sitendin, 9 tank, 2 0bus, 6 ÇNRA û 2 wesayitên eskerî hatine îmhakirin herwiha 299 eskerên rejimê hatin berterefkirin."AA