Li Ezaza Sûriyeyê bi piştgirîya Tirkiyeyê zanîngeha ewil vebû. niha li zanîngehê 700 xwendekar di 5 fakûlteyên cûda de dixwînin. ciwanên ku bi zanîngehê hêviyên wan geş bûn dibêjin; ji ber cahiliyê welatê me tarûmar bû û em ê bi xwendinê welatê xwe ji şer û tengasiyê xilas bikin.
Artêşa Tirkiyê û hêzên Sûriya Azad 3 sal berê Hêrêma Mertala Feratê ji terorîstên DEAŞê paqij kirin.
Piştî ve operasyonê navçeya Ezazê bû bajarek aram, ewle û mînak.
Ji bo zarok û ciwan nekevin destê rêxistinên terorî Meclîsa Ezazê dibistan û lîse vekirin.
Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanî jî li Ezazê zanîngeha ewil xist xizmetê.
Li Zanîngeha Şamê ya Navneteweyî 97 jê keçik 700 xwendekarên Ereb, Turkmen û Kurd hene.
Rektor İzzeddin El Qedur: “Xelasiya Sûriyeyê bi perwerdeyê ye. Armanca me em dixwazin ciwanên ku ji ber şer ji xwendinê dûr ketine dîsa vegerin zanîngehê. Ez bawer dikim ku keç û xortên Sûriyeyî wê bi perwerdeyê bibin xwediyê meslegekî.”
Zanîngeh di beşên îktîsad, îlahiyat, endazyarî, perwerde û siyasetzanînê de perwerdeyê dide.
Xwendekar: “Ez li Îdlibê dijîm û ji bo zanîngehê bixwînim hatim Ezazê. Lewra ilm mîna keştîya Hz Nuh e. Kî bixwîne wê xelas bibe, kî jî ji xwendinê dûr bikeve wê tarûmar bibe. Xwendin çeka herî xurt e û mirovan ji tengasiyan xilas dike. Em jî ji bo welatên xwe bi pêşbixin dixwînin.”
Li Zanîngeha Şam a Navteweyî de zimanê perwerdeyê ya sereke Erebî ye, lê belê bi Tirkî û Îngilîzî jî ders tên kirin.
Xwendekar:“Bi vekirina zanîngehê pir hêvîdarbûm. Ez endazyariya kîmyayê dixwînim û dema ez bi serkevim ez dikarim di fabrîqêyên derman û neftê de bixebitim.”