Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê 2 esker şehîd bûn

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê 2 esker şehîd bûn

Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê 2 esker şehîd bûn

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê pevçûn derket û Çawîşê Pispor ê Peyade Omer Yildirim û Serdesteyê Pispor ê Peyade Mehmet Alî Çap şehîd bûn, 2 esker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: "Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê di encama pevçûna ku bi terorîstan ra derket da Çawîşê Pispor ê Peyade Omer Yildirim û Serdesteyê Pispor ê Peyade Mehmet Alî Çap şehîd bûn, du hevalên me yên qehreman jî birîndar bûn û demildest ew rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dest pê kir. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike ku em pir pê êşiyan, serê malbata wan, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me yê ezîz sax be, Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê ji personelê me yên birîndar ra jî bişîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE