Li herêma operasyona Pencik-Şîmşekê eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li herêma operasyona Pencik-Şîmşekê eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû.

Li herêma operasyona Pencik-Şîmşekê eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li herêma operasyona Pencik-Şîmşekê mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz guleya tacîzê agir kirin û eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû.

Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin:

"Li herêma Pencik-Şîmşekê di 12ê îlona 2021ê da dema ku unsurê me yê ewlehiyê ji herêmeke me ya baregeh derdiket, mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz gule tacîzê agir kirin û qehremanekî hevalê me şehîd bû, qehremanekî hevalê me jî birîndar bû û ew demildest sewqî nexweşxaneyê kirin û tedawiya wî dest pê kir. Em pir pê xemgîn bûn. Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike, serê malbata wî, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me yê esîl sax be û Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê ji hevalême yê birîndar ra bişîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE