Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewayê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be.

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewayê

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê da. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be.

Li herêmê wê şev û serê sibê hişkî, cemed û mij wê çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be û guherîneke girîng çênabe. Ji hêla başûr va car caran jî ba wê rabe. 

Germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Hekariyê 3, li Wan û Mûşê 4 û li Bidlîsê jî 8 pile hat pîvan.

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 4, li Hekariyê 3, li Mûş û li Bidlîsê jî wê 1 pile be.

Li Gola Wanê hewa wê kêm ewrayî be û mij wê çêbibe. Li ser golê ji hêla rojhilat û başûrê rojhilatê va jî ba û bahoz wê çêbibe.

Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin. 

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE