Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tewdîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da kuçe û kolan bêdeng in.
Di çarçoveya tewdîrên li hemberî Kovîd-19ê da li seranserê welêt derketina derva heta saet 05.00ê serê sibeha duşema 15ê Sibatê wê dewam bike û hat dîtin ku Erzurum, Erzincan, Kars, Tuncelî, Ağrı, Ardahan û Iğdırê welatî sînordarkirina derketina derva binpê nakin.
Li parêzgehên ku kuçe, kolan û meydan xalî man, hêzên ewlekariyê li ciyên ketin û derketina bajêr, kolanên sereke û xalên diyarkirî kontrolên xwe pêk anîn.
Ekîbên polêsan nasname û belgeyên kesên ku derketin derva kontrol kirin û destûr da ku derbas bin. Her wiha li parêzgehên herêmê ji ber sînordarkirinê sibehê zû trafîqa wesayîtan jî di asta nizim da ye.
AA