Li herêma rojhilatê berf û bagerê rêya 961 cî û waran girt

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan û ji bo paqijkirina berfa ser kuçe û kolan û peyarêyan dixebitin.

Li herêma rojhilatê berf û bagerê rêya 961 cî û waran girt

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê berf û bage rêya 961 cî û waran girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 318 taxan girt.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan û ji bo paqijkirina berfa ser kuçe û kolan û peyarêyan dixebitin.

Li navçeyên Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê jî ekîban berfa ser peyarêyan avêt.

 Hekarî 

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 196 gund û mezreyan girt. 

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ekîbên Şeftiya Şaxa 114em a Rêbejan jî li herêmên ku di berpirsiyariya wan da ne, berf avêt.

 Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir, berfê rêya 199 gundan girt, ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.

Ekîbên şaredariyê jî li nav bajêr berfa kuçe û kolanan davêjin, li ser peyarêyan berfê vedirojin.

Bidlîs

Li Bidlîsê berf û bagerê rêya 248 gundan girt.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyên gundan ekîb dixebitin.

Ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr xebatên avêtina berfê didomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE