Li Erzurum, Ağrı û Karsê berfa dibare û sermaya zêde dibe sedema zor û zehmetiyan.
Li Erzurumê berfa ku ev du roj e car caran lê dike navenda bajêr çîl û spî kir.
Ji ber hewaya sar sivirnekên xaniyan şembelîk girtin û ekîbên şaredariyê jî ji bo paqijkirina berfa li ser rê û peyarêyên nav bajêr dixebitin.
Ağrı
Li Ağrıyê berfa ji seranserê hefteyê geh lê kir û geh sekinî li navenda bajêr reşayî nehişt.
Wesayîtên li ser rêya Ağrı-Van û Ağrı-Erzurumê ji ber berf û pûkê bi zorê heft belayî diçin.
Kars
Li Karsê jî piştî barîna berfê hewaya ku gelekî sar bû jiyana rojane xist nav zehmetiyê.
Şofêrên wesayîtên di rêya Kars-Dîgorê da bûn ji ber berf û pûkê pir zehmetî kişandin ji aliyekî va ekîbên rêbejê û ji aliyê din va jî yên şaredariyê ji bo paqijkirina berfa ser rêyan dixebitin.AA