Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê ji ber berf û pûkê rêya 201 gom, gund û taxî ji çûn û hatinê ra hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku ji ber berf û pûkê li seranserê bajêr rêya 12 tax û 43 goman hatiye girtin.
Ekîbên berf paqijkirinê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Fenê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ji ber berf û pûkê li Hekariyê rêya 91, li Mûşê ya 35 û li Bidlîsê jî ya 20 gund û gomî hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ji hêla din va ekîbên Şaredariya Hekariyê jî berfa li nav bajêr paqij dikin û bi makîneyên kar va dibin, dirêjin dervayê bajêr.AA