Li herêma Rojhilatê bi şev germahî di bin sifirê da 11 pile hat pîvan

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr bayekî nerm û dem demî jî wê nîveqewî bê.

Li herêma Rojhilatê bi şev germahî di bin sifirê da 11 pile hat pîvan

Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da bi 11 pileyan va li Agirî, Qers û Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê parçe ewrayî û herêmên bakur jî dem demî pir ewrayî be, bi şev û serê sibê qeşa, mij û dûman wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr bayekî nerm û dem demî jî wê nîveqewî bê.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agirî, Qers û Erdexanê 11, li Erziromê 9, li Tunceliyê 3, li Erzincanê jî 0 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî Tuncelî û Îdirê 8, li Agiriyê 4, li Erzincanê 3, li Erziromê û Qersê 0, li Erdexanê jî di binê sifirê da 2 pile tê payîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE