Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di bin sifirê da 12 pile li Ağrıyê hat pîvandin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê wê hewa ewrayî be û bi şev û berdestê sibê wê qeşa û cemed li hin deran jî wê mij û pûk hebe.
Germahiya hewayê ya li herêmê gorî demsalê tê payîn û bayê ku wê ji alî başûr va bê nerm be û car caran tesîra xwe dê zêde bike.
Li herêmê germahiya herî kêm di bin sifirê da li Ağrıyê 12, Erzirom û Karsê 8, Erzincan, Iğdır û Ardahanê jî 3 pile hat pîvandin.
Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Erzincanê 8, Iğdırê 7, Kars û Erzurumê 5, Ağrı û Ardahanê jî wê 3 pile be.
Stûriya berfê ya li navendên kaşûnê li Cibiltepeyê 54 û li Palandokenê jî 108 santîmetre hat pîvandin.
Ji ber pûk, cemed û qeşayê divê mirov bi baldar bin û bê tevdîr tevnegerin.
AA