Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê bi qasî 2-3 pileyan kêm bibe.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be paşê bibe ewravî, piştî nîvro jî li dorberê Erzincanê şiliyê bibare.
Germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê bi qasî 2-3 pileyan kêm bibe, bayê ji aliyên başûr û başûrê rojava ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexan û Qersê 8, li Agiriyê 10, li Erziromê 13, li Erzincanê 14, li Tuncelî û Îdirê 18 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 35, li Tuncelî û Agiriyê 32, li Qersê 30, li Erzincanê 29, li Erzirom û Erdexanê 27 pile be.
AA