Li herêma rojhilatê rewşa hewa

Meteorolojiyê ji bo bajarên herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya serma û cemedê da

Li herêma rojhilatê rewşa hewa

 Meteorolojiyê ji bo bajarên herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya serma û cemedê da.   

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa piştî berf û barana duh barî wê îro ewrsayî derbas bibe. 

Li gor texmînê germahiya hewayê wê li gor demsalê 3-6 pile kêm be û ji hêla başûr va jî car caran wê ba rabe. 

Germahiya hewayê ya herî kêm a şev li Îdir û Erzinganê 4, li Tunceliyê 3, li Qersê pileyek, di bin sifirê da li Erzirom, Agirî û Erdexanê jî 1 pile hat pîvan. 

Li gor texmînê nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdir û Tunceliyê 15, li Erzincanê 13, li Agiriyê 9, li Qersê 8, li Erziromê 7 û li Agiriyê jî wê 6 pile be.

Li herêmê di 24 saetên dawî de ji bo metrekareyekê li Agiriyê 19,5, li Erziromê 10,9, li Îdirê 8,7, li Qersê 5,4 û li Erdexanê 1,4 kîlo baran barî. 

Li gelek bajaran ji ber berf û baranê astengî çêbûn

Li seranserê welêt hewa sar bû. Li Agiriyê berfa ewil a salê barî, hin wesaîd di rê de man. Li Batman, Wan, Colemêrg û Sertê jî ji ber barana zêde xanî û kargeh di bin avê de man.

Li Agiriyê berfa ewil a salê barî. çiyayê Suphanê jî bi berfa ewil xemilî.

Ji ber berfê li ser riya Agirî û Îdirê astengî çêbû. Gelek TIR di rê de man.

Ji bo xilaskirina TİRan xebatên paqijkirinê hatin destpêkirin.

Li Kercosa Batmanê jî baraneke zêde barî. Ji ber vê yekê zirar li riyan ket.

Li hin cihan rê qelişîn û li ser rê co çêbûn.

Li Westana Wanê jî him baran barî him jî bagereke xurt hebû..

Ji ber tundiya bagerê, gelek dar wergeriyan û xetên ceyranê yên navçeyê qetiyan.

Li Colemêrgê, ji ber barana zêde lehî rabû. Herî zêde li gundên Kadiyan û Alikan zirar çêbû.

Zirar li xanî û axûran ket. Gelek xanî di bin avê de man. Gundiyan jî xwe sipartin cihên ewle.

Ekîbên alîkariyê yên Îdareya Taybet a Colemergê li navçeyê bênavber dixebitin.

Li Sertê jî rewş heman bû.

Piştî baranê xanî û kargeh di bin avê de man. Her wiha avê da ser Dibistana Alpaslanê jî.

Baxçeyê dibistanê bû gol, ava baranê ket polan.

Rayedaran gotin li herêmê dibe ku cemed û qeşa çêbibe û ji bo vê divê şofêr, cotkar û welatî baldar bin.

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 14:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE