Li herêma sanayiyê atolyeyên nû vedibin

Bi saya kargehên nû betaliya ciwanan jî kêm dibe

Li herêma sanayiyê atolyeyên nû vedibin

Li herêma sanayiya organîze ya wanê ji bo atolyeyên dûrînê 100 donim cih hat veqetandin. Atolye yek bi yek tên vekirin. Rayedar hêvî dikin ku bi saya kargehên nû ciwan bibin xwedî kar

Li herêmê, bi taybetî jî ciwan ji bo şixûl diçin xerîbiyê.

Lê li Wanê bi saya kargeh û sektorên nû, vegerê dest pê kir.

Li herêma Sanayiya Organîze ya Wanê qadeke 100 donimî ji bo atolyeyên dûrînê hat veqetandin.

Berhemên ku di van kargehên tekstîlê de werin çêkirin wê li bajarên herêmê û welatên nêzîk jî werin firotin.

Tê payîn ku bi saya vê projeyê, pirsgirêka betaliyê çareser bibe.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE