Wezareta Karên Navxweyî bi beşdariya 1073 personelan va li herêma Şırnak-Siirtê "Operasyona Eren-10 Gabarê" da destpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin armanc ew e ku rêxistina terorê bi tevahî ji rojeva welêt derxin, terorîstên li herêmê sitar dibin berteref bikin.
1073 personelên (68 tîmên operasyonel) ji qomandoyên cendirme, herekata taybet a cendirmeyan, herekata taybet a polêsan û gundparêzan pêk tên beşdarî operasyonê bûn.
Ji bo terora di nav welêt da bi tevahî ji holê rakin di 11ê rêbendana 2021î da operasyonên Erenê dan destpêkirin, di operasyonan da hetanî niha 3 terorîs hatin berterefkirin, 58 hevkar hatin derdestkirin, 213 şikeft, sitargeh û depo hatin îmhekirin, gelek sîlah, cebilxane, xurek û amûrên jiyanê hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon bi piştgiriya gel va bi biryardarî û serkeftî dewam dike.AA