Li herêmên di kontrola rejima Esed da "krîza nan" mezin dibe

Li herêmên navborî krîza sotemeniyê ya ku ev demeke dirêj e dewam dike, dibe sedema wê yekê jî di warên din da jî krîz derkevin.

Li herêmên di kontrola rejima Esed da "krîza nan" mezin dibe

 Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed ku li herêmên di kontrola xwe da nikare pêwîstiyên însanan dabîn bike, her wisa nikare ji krîza nan a ku van axiriyan serî hildaye ra jî çareyekê bibîne.

Li Sûriyeyê rejima Esed ku hemû derfetên welêt di şerê ku dijî gel dimeşîne da emilandin, li herêmên di kontrola xwe da nikare pêwîstiyên sereke yên însanan dabîn bike.

Li herêmên navborî krîza sotemeniyê ya ku ev demeke dirêj e dewam dike, dibe sedema wê yekê jî di warên din da jî krîz derkevin.

Krîza nan ku li herêmê pirî carî serî hildide, ev du hefte ne berfirehtir bûye û lewma jî gel adeta ketiye nav penceyê qeyrana nan.

Ji ber qeyrana sotemeniyê li paytext Şamê û her wiha li bajarên wekî Heleb, Hums û Hemayê hin firin li ber rawestînê ne.

Rejima Esed ku bi sed hezaran sivîl qetl kirin û hê jî li pey domandina serweriya xwe ye, halêhazir li deverên ku di dêst da ye, nihare ji firinan ra ar peyda bike.

Li herêmên di destê rejimê da însan ji bo ku keriyek nan bibin malên xwe, li ber firinan bi saetan di dorê da dimînin.

Sûriye berî şerê navxweyî ji wan welatan bû ku îxracata genim dikir.

- Hewildanên rejimê yên çareserkirin, krîz kûrtir kir

Rejima Esed ku ji hêla aboriyê va hilweşiyaye, ji bo ku rê li ber pirsgirêka dabînkirina ar a ji bo firinan bigire, hejmara nanê ku malbatek dikare bikire, sînordar kir.

Rejima ku di vê warî da gava ewil meha îlonê avêt, qarteke elektronîk kir dewrê ku li firinan di kirîna nan da tê emilandin.

Piştî biryara qart, nanê Sûriyeyê ku wekî nanê loş tê pehtin û her wiha tê pakêtkirin û wisa tê firotin, ket borseya reş.

Rejima ku vê yekê jî têrê nekir, îja rabû û du hefte berê biryarek nû sitand, hejmara nanên loş ên di pakêtê da ji 12an berjêrî 7an kir û derî li qeyraneke nû vekir.

Pakêtek nan ku bihayê wê yê asayî 200 lireyên Sûriyeyê (0,70 lireyê Tirk) ne, di borseya reş da sê qat zêdetir tê firotan.

Malbatên ku derfeta wan tune nan ji borseya reş bikirin, li ber firinan di dorên dirêj da dimînin.

Li herêmên di destê rejima Esed da malbatên ku ji ber şertên giran ên jiyanê bêzar bûne, li bendê ne ku pirsgirêk di kurtedemekê da çareser bibe.

Li Sûriyeyê karmendekî dewletê bi qasî 50 hezar lireyên Sûriyeyê (175 lireyên Tirk) meaş distîne.

- AAyê perîşaniya Sûriyeyiyan a di dora nan da kişand

Peyamnêrên AAyê dîmenên krîza nan a li navendên bajarên Heleb û Hema ên di kontrola rejimê da kişandin.

Di dîmenan da jî dixuyê ku gelek ciwan, kal, pîr, jin û zarok di dorên dirêj ên nan da li hêviya dorê ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE