Heyva sor a Tirkiye, li bakurê Iraqê alîkariya malbatên mexdûr kir. Komeleyê ji bo malbatên ku di kampên hazer û hasan şamê de dimînin alikariya xurek, betanî û nivînan kir.
Ji bo 50 malbatên ku ji Musil û Telaferê hatibûn kampên li Bakurê Iraqê bi destê Heyva Sor a Tirkiyê alîkarî hat kirin.
Di nav malzemeyên alîkariyê de pakêtên xurekê, betanî û nivîn hebûn. Malzeme li kampên Hasan Şam û Hazerê hatin belavkirin.
Serokê Delegasyona Iraqê yê Heyva Sor a Tirkiyê Utku Akbaş: ”Heyva Sor a Tirkiyê îro li kampên Hazir û Hasan Şamê alîkariyan dike. Ji ber zilma rêxistina terorî DEAŞ’ê gelek malbat tên kampan. Niha li vir 50 malbat hene. Em ê li Bakurê Iraqê alîkariyên xwe bidomînin.”
Penaber dibêjin Tirkiye her tim alîkariya me dike. Ji bo vê jî her tim diayan dikin.
Dibêjin li Musilê ewlehî tune ye û malên me hilweşiyan e. Ger xaniyên wan bên tamîrkirin, dê vegerin ser mal û milkên xwe.