Li Hewlêrê amadehiyên cejnê

Beriya eydê bazar tijî ne, lê danûstandin kêm e

Li Hewlêrê amadehiyên cejnê

Ji eyda qurbanê re hindik ma. li Hewlêra paytextê rêvebiriya herêma kurdan beriya cejnê bazar tijî ne. lê belê danûstandin zêde ne baş e.

Ev dîmen ji bazara herî qerebalix a Lengeyê ya li Hewlêrê ne.

Di vê bazarê de ji malên kevin û nû bigirin heta amûrên xemilandinê gelek tişt hene.

Li Hewlêrê beriya eydê bazar qelebalix in lê belê kirîn û firotin zêde ne baş e.

Sedema vê yekê jî germa zêde û rewşa ekonomiyê ye.

Esnafên Bazara Lengeyê dibêjin biha normal in lê firotan kêm e.

Ew hêvî dikin ku di van çend rojan de bazar germ bibin.

Niha rewşa bazaran zêde ne baş e.

Tê texmînkirin ku wê roja êvara eyda li bajaran qerebalixeke zêde hebe.

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE