Li Hewlêrê dijî dîplomatên Tirk êrîşa biçek

 Li Hewlêra bajarê Iraqê bi çekan êrîşî restoranekê kirin û kesekî ku di Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê da dixebite şehîd bû.

Li Hewlêrê dijî dîplomatên Tirk êrîşa biçek

 Li Hewlêra bajarê Iraqê bi çekan êrîşî restoranekê kirin û kesekî ku di Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê da dixebite şehîd bû.

Li gor agahiyên hatin bi dest xistin, dîplomatên ku di Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê da wezîfedar in, ji bo ku firavînê bixwin, çûn restoranê û li wê derê rastî êrîşê hatin.

Li gor agahiyên ku xwediyê restoranê da, xebatakarên konsolosxaneyê piştî ku ketin hindur kesekî ku cil û bergên sivîl lê bûn herdu çekên ser xwe derxistin û rasterast gule berdan xebatkarên konsolosxaneyê.

Di êrîşê da dîplomatekî Tirk li cihê bûyerê şehîd bû.

Midûrê Emniyeta Hewlêrê Ebdulkerîm Talat diyar kir ku der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin, paşê daxuyaniya berfireh wê were dayîn.

Hat gotin ku ji bo girtina êrîşkar an jî êrîşkarên ku revîn hemû rêyên ku ji Hewlêrê diçin bajarên din ji trafîkê ra hatin girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE