Heyva Sor a Tirkî di çarçoveya xebatên Eyda Qurbanê de li kampên penaberan ên li Hewlêrê goştê qurbanê belav kir.
Karmendê Serokatiya Delegasyona Iraqê ya Heyva Sor a Tirkî Ahmet Dagli di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku îsal 100 dewar qurban serjê kirine.
Dagli anî ziman ku di roja yekemîn a eydê de ji kampên Behêrka û Herşemê dest bi belavkirina goştê qurbanê kirine.
Dagli tekezî li wê yekê kir ku her 3-4 rojê eydê wê belavkirina goştê qurbanê bidomînin û dê belavkirin li Kerkûk, Mûsil, Tilafer, Xurmatû, Altunkoprî, Duhok û Zaxoyê jî çêbibe.
Dagli îfade kir ku Heyva Sor a Tirkî ew amade ye bê cihêkirina ziman, dîn, nijad, alîkariya mirovî bigihîne hemî kesên muhtac.
AA