Heyva sor a Tirkiyê li Hewlêra herêma kurd a iraqê ji bo malbatên neçar navenda alîkariya cilûbergan vekir. Di navendê de mixazeyeke alîkariyê jî heye. Kesên feqîr û hewcedar dê ji wê mixazeyê ji xwe re cilûbergan werbigirin.
Li Hewlêra Herêma Kurdan a İraqê, Heyva Sor a Tirkiyê ji bo malbatên belengaz û reben navendek vekir.
Di vê navendê de mixazeyeke cilûbergan jî heye. Di mixazeyê de gelek cure kinc hene.
Her hefte dê 15 malbat ji vê dikanê ji xwe re çek û cilan werbigirin.
Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî ji bo vê xizmetê spas kir.
Malbatên feqîr jî ji vê xizmetê kêfxweş in.
Her wiha Serokê Delegasyona İraqê ya Heyva Sor a Tirkiyê Utku Akbaş jî eşkere kir ku dê li Herêma Kurdan û temamê İraqê xebatên xwe bodimînin.