Mamosteyên lîseya îmam û xetîbê ya Hecî Mehmed Öktenê ya Silopiya Şirnexê, di pêvajoya koronayê de ji bo hobiyê li hewşa mekteba xwe bîstan çandin. Niha sebze û fêkiyên ku ji vî bîstanî tên çinîn, li malbatên feqîr û hewcedar tên belavkirin.
Sebze û fêkiyên ku li bîstanê mektebê tên komkirin li malbatên hewcedar tên belavkirin.
Mamosteyên Îmam û Xetîba Anadolê ya Hecî Mehemed Oktenê ya Silopiya Şirnexê, piştî ku nexweşiya koronayê dest pê kir, li hewşa mekteba xwe bîstan çandin.
3 meh şûn de vê carê dest bi komkirina fêkî û sebzeyên bexçeyên xwe kirin.
Midûrê mektebê dibêje; Sebze û fêkiyên ku li vir him li xwendekarên me, him jî li malbatên hewcedar tên belavkirin.