Li hewzaya Ferat û Dîcleyê ji ber hişkahiyê çivîkên koçber rêya xwe guherîn

Leglegên zivistanê li devê Çemê Nîlê ya li Afrîkayê dijîn biharê tên devê çemê Dîcle û Feratê.

Li hewzaya Ferat û Dîcleyê ji ber hişkahiyê çivîkên koçber rêya xwe guherîn

Pispor hişyarî didin ku ji ber guherîna avûhewayê hişkayî çêdibe, çem û robar dimiçiqin û ev jî dibe sedem ku rêya koçê ya çivîkan biguhere.

Anadolu ji bo çivîkên curbicur yên ji Afrîka, Ewropa û Asyayê tên koç dikin xwedî ax û çemên dewlemend e.

Leglegên zivistanê li devê Çemê Nîlê ya li Afrîkayê dijîn biharê tên devê çemê Dîcle û Feratê.

Pispor dibêjin ji ber guherîna avûhewayê û miçiqîna çem û robaran legleg di serî da çivîkên curbicur dibe ku êdî nikaribin bi rehetî xwe bigihînin xwarin û avê.

Hîndekarê Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand ew ji sala 1979an pê va li Geliyê Dîcleyê dixebite ku wan li Baxçeyên Hewselê 180 cure çivîk tesbît kiriye.

Kiliç got Geliyê Dîcleyê ji ber av û hewaya xwe ji gelek heywanan ra dibe sitargeh, lê ji ber ku êdî ava çem kêm bûye cureyên heywanan jî li gor berê êdî li vir kêm bûye.

Kiliç wiha axivî: "Dema li siruştê av kêm bibe çivîkên avê û yên din ji herêmên ku hêlînê çêdikin mehrûm dimînin. Heke xwarinê jî kêm bibînin êdî nayên wan deran."

Kiliç daxuyand ku li Geliyê Dîcleyê di her hêlînê da nîvendî 4 an jî 5 cûcik hatin dîtin, lê ji ber hişkesaliyê di salên dûr û dirêj da jimara leglegên ku tên vê derê jî wê kêm bibe û wiha dewam kir:

"Vê gavê jimara wan normal e. Lê ji ber hişkesaliyê wê salên pêş kêm bibin. Li Geliyê Dîcleyê 100 cure teyr û tû hene. Lêbelê jimara her cureyî gelek kêm bûye. Mesela berê toy li her derê hebûn. Em niha kêm caran rastî toyan tên. Lewra jimara wan kêm bûye. Heke jimar kêm bibe, koka vî cisnî wê bieqele."

Kiliç li ser girîngiya çavkaniyên avê sekinî û got ku divê meriv avê pir bi teseruf bixebitîne.

Kiliç got ku cihê çandinî lê were kirin, nema hewayê lê zêde dibe û ew jî dibe sedema barîna baranê û wiha dewam kir, "Divê di çandiniyê da pergala niqutandinê were tercîhkirin ku av zêde xerc nebe. Divê em ava baranê jî berhev bikin. Mixabin li welatê me zêde av tuneye. Ji ber vê jî divê em bêyî ku avê qirêj bikin, em wê avê çendîn caran bixebitînin."

Dr. Îbrahîm Akin Temizerê Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Makezanista Zoolojiyê ya Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Firatê diyar kir ku Herêma Rojhilatê Anadoluyê seba teyr û tûyên koçber di navbera parzemînên Afrîka, Ewropa û Asyayê da rêyeke girîng a koçê ye û Gola Bendavê ya Kebanê, Çemê Feratê, Gola Bendavê ya Karakayayê û Gola Hazarê seba bêhnvedan û xwarin û vexwarina teyr û tûyên koçber girîng e û li vê derê hêk dikin û cûcikan jî derdixin.

Temîzer diyar kir, hişkesalî di serî da van salên dawîn ji ber fealiyetên însanan hevsengiya ekolojîk têk çûye, zincîra xidayê kêm bûye û jingeha çivîkan hatiye xirabkirin ku di encama van yekan da jî li van herêman hejmara cureyên çivîkên herêmî û yên koçber kêm bûne.

Temîzer wiha dewam kir:

"Berê piştî meha hezîranê baranê dest pê dikir û dibarî. Lê piştra ev şilî ber bi tîrmeh û tebaxê şiqitî. Di hezîranê da dema baran dibarî, qarûtk dihatin herêmê. Îsal ji ber ku baran nebarî qarûtk nehatin. Heman hedîse di kewên gozel da jî heye. Kewên gozel ji bakur ber bi başûr koç dikirin. Xwedêkirî bi saya kewên çewlikan populasyona vê cinsê hat parastin."

Temîzer bal kişand, ji bo ku çivîk koç nekin, divê dehl û devî bên parastin, çem û av neyên qirêjkirin û di çandiniyê da jî avdana bi rêbaza dilopan va divê dest pê bike.

Temîzer axaftina xwe wiha kuta kir:

"Ji ber hişkesaliyê rêyên koçê ji niha şûnda jî dê biguherin. Heywan dê ji xwe ra rota û aliyên nû bibînin. Lewma jî divê mirov di emilandina ava bendav, gol û çeman da pir baldar bin. Ji bo parastina ciyên avî teqez divê tedbîr bên wergirtin. Heta divê mirov çavkaniyên ava binerd jî biparêze û pir baldar bi kar bîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE