Li hin bajaran tesîra xwelî û xubarê dewam dike

Li hin bajaran tesîra xwelî û xubarê dewam dike

Xwelî û xubara ku ji aliyê Misir û Sûriyeyê hat, tesîra wê li Diyarbekir, Mêrdîn, Elezîz û Sêrtê dewam dike.

Li Diyarbekirê ji ber xwelî û xubarê hewa sayî nîne û mesafeya pêşdîtinê kêm dibe.

Ji ber xwelî û xubarê li bajêr xumam çêbû û ser wesayîtan û balkon di binê xubarê da man.

Li Mêrdînê jî bi taybetî li navçeyên nêzî sînor tesîra xwelî û xubarê zêde ye û mesafeya pêşdîtinê kêm bû. Ji dûr va sîlueta Mêrdînê, Keleha Mêrdînê û cî û warên dîrokî pak nayên xuyanê.

Xubar li Artukluya navçeya navend û li Nêsîbîn û Qoserê zêdetir e. Hin welatiyan ji ber xubarê maske da ber devê xwe û hinekan jî destê xwe da ber dev û pozê xwe. Wesayîtan jî farên xwe yên mijê pê xistin.

Li Elezîz û Sêrtê jî xwelî û xubar heye.

Rayedaran hişyarî da welatiyan ku baldar û bitevdîr bin, heta hûn mecbûr nemînin, dernekvin derva.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE