Tê texmînkirin, li Erzirom, Erzingan û Agiriyê şilope û berf dê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be. Ji danê êvarê şûnda jî li Erzirom, Erzingan û Agiriyê baran û şilope û her wiha li ciyên bilind jî berf dê bibare.
Li herêmê her wiha germahî dê di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim li Erzirom û Tunceliyê 1, li Erzinganê 4, di bin sifirê da li Erdexan û Qersê 8, li Agiriyê 7 û li Îdirê jî 4 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 9, li Tunceliyê 8, li Erziromê 6, li Qersê 3, li Agiriyê 2 û li Erdexanê jî di bin sifirê da 2 pile be.AA