Li hin bajarên herêma rojhilatê sir û serma

Li Erzirom, Qers û Erdexanê sir û serma heye

Li hin bajarên herêma rojhilatê sir û serma

Li Erzirom, Qers û Erdexanê piştî barîna berfê sir û serma çêbû.

Li navenda Erziromê bi tesîra sir û seqemê rê û peyarêyan qeşa kişand.

Bi baniyên avahî û kargehan va şembelîlk, li ser dar û beran qiravî çêbû, ava şadirvanên hin mizgeftan qerimî.

Li Erdexanê piştî ku berf barî, li deverên bilind xebatên vekirina rêyan dest pê kir.

Ekîbên rêbej û îdareya taybet li deverên ku berf lê barî û bager rabû, xebatên xwe didomînin.

Li Qersê jî rê û peyarêyan di sir û seqemê da cemed girtin.

Ekîbên şaredariyê rê xoyê kirin, ekîbên Midûriya Herêma 18em a Rêbejan û Îdareya Taybet a Bajêr jî ji bo vekirina rêyan dixebitin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE