Li hin bajarên rojhilatê rêya 152 wargehan hat girtin

Berf û bagera li Wanê ji bo çûyîn û hatina welatiyan dibe tengasî.

Li hin bajarên rojhilatê rêya 152 wargehan hat girtin

Li Wan, Hekarî û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 152 wargehan hat girtin.

Berf û bagera li Wanê ji bo çûyîn û hatina welatiyan dibe tengasî.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê rêya 90 wargehên li bajêr û navçeyan xitimî.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Hekarî

Li Hekariyê ji ber berfê rêya 16 gund û 40 goman hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li wan herêman xebatên vekirina rê didomînin.

Wekî mayîn ber destê sibê li bajêr mij ket erdê û ekîbên şaredariyê jî berfê paqij dikin.

Bidlîs

Li Bidlîsê ji ber rewşa hewayê rêya 6 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Rayedaran gotin ku li herêmên bilind berf dibare û ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Mûş

Li Mûşê jî rêya 17 gund û 24 goman hatibû girtin, ekîban rêyên girtî vekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE