Li Erzirom û Qersê sir û serma û her wiha berfa ku bi navber dibare, tesîreke neyînî li jiyanê dikin.
Li Erziromê serê sibehê welatiyên xwestin biçin kar, berf û cemeda li ser camên wesayîta xwe paqij kirin.
Bi tesîra sir û seqemê li bajêr baniyên hin avahiyan û şadirwanên mizgeftan şembelîk girt.
Bi barîna berfê ra avahiyên dîrokî jî spî bûn.
Ji bo paqijkirina berf û cemeda li ser rê û peyarêyan ekîbên şaredariyê dest bi xebatê kirin, ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 12emîn jî rêyan xwê dikin û cemed negirin.
- Qers
Li Qersê jî sir û seqem şertên jiyanê giran dike.
Bi baniyên avahiyan va şembelîk çêbûn, welatiyan jî wesayîtên xwe bi cilikan va nixumandin.
Her wisa qiraviyê avêt dar û nebatan. Li bajêr li hin ciyan mij derket.AA