Li hin deran karantîna qediya

Welatiyên ku ji derwelêt hatibûn vedigerin mala xwe

Li hin deran karantîna qediya

Li 4 bajarên herêmê maweya karantînaya li hin wargehan qediya. Welatiyên ku ji derwelat hatibûn niha vedigerin mala xwe.

189 kes beriya 15 rojan ji Qibrisê hatibûn Vanê.

Ew kes ji bo tevdîrê li wargeheke xwendekaran hatibûn bicihkirin.

Karantînaya wan qediya û ji bo wan li hewşa wargehê gelek otobus amade bûn.

Piştî kontrola dawî welatî bi kêfxweşî li otobûsan siwar bûn.

Li Muşê û Agriyê jî karantînaya nêzî 400 kesî qediya.

Piştî 15 rojan ew jî bi silametî vegeriyan mala xwe.

Li Muşê 175 kes bi otobusên cuda hatin oxirkirin.

Li Agriyê jî 184 kes hatin birêkirin.

Li Karsê 103 kes piştî demeke dirêj gihiştin malbatên xwe.

Welatiyên ku ji Maltayê hatibûn ev 15 roj in li wargehan di bin karantînayê de bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE