Li hin deverên Şırnakê pîvokan kulîlk vedan

Li herêmê mizgîniya biharê kulîlkan vedan, zozan bi rengên cuda xemilîn

Li hin deverên Şırnakê pîvokan kulîlk vedan

Li hin deverên Şırnakê berfa serê çiyayan heliya, deşt û zozan bi kulîlkên rengoreng xemilîn. Kesên ku ev dîmenên xweşik dîtin, li wê derê wêne girtin.

Hefta berê, li qûntara çiyayan bi metroyan berf hebû;

Çol û çiya tev spî bûn..

Li herêmê mizgîniya biharê, kulîlkan vedan.

Li gundê Mêrgê yê girêdayî Uludereya Şırnakê zozan rengareng in.

Li serê çiyayan berf spî dike; li qûntarê wan hêşinahî heye û pîvokan kulîlk vedane.

Ev xweşikahiya li serê çiyayan bala rêwiyên ku ji wir derbas dibin dikişine; ew jî di nav kulîlkên zer û spî de wêneyan digirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE