Ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 1095 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1095 kesan va hejmara miriyan derket 99 hezar û 773an.
Li çar aliyê Hindistanê di rojekê da 81 hezar û 484 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 394 hezar û 68an. Ji serê meha îlonê vir va hejmara pêketiyan roj bi roj zêdetir dibe.
Heta niha 5 milyon û 352 hezar û 78 kesên bi wan ra Kovîd-19 hatibû tespîtkirin jî ji şewbê filitîn û baş bûn.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.
AA