Wezareta xebat û Karên civakî ya li Herêma Kurdistana Iraqê(HKI), bi piştgiriya xêrxwazan alîkarî da malbatên hewcedar. Wezaretê 3 hezar heb pakêtên alîkariyê amade kirin û li malbatan belav kir.
Wezareta Xebat û Karên Civakî ya Herêma Kurdên Iraqê alîkarî da malbatên feqîr.
Wezaretê bi piştigiriya xêrxwazan 3 hezar heb pakêt amade kirin.
Pakêt li navçeyên Silêmaniye, Helepçe û Seydi Sadiqê hatin belavkirin.
Gelek fîrmayên xêrxwaz jî piştgirî dan vê çalakiyê. Pakêtên xurekan bi taybetî li astengdaran hatin belavkirin.
Li Herêmê her sal di Meha Remezanê de bi hezaran kolî wek alîkarî li hewcedaran tên belavkirin.