Wezareta Karên Navxweyî ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di çarçoveya tevdîrên li hemberî vîrûsa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da qedexeya derketina derva ya ku berê îlan kiribû heta 16ê Nîsanê dirêj kir.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku qedexeya derketina derva ya heta 10ê Nîsanê hatibû dirêjkirin ji nû va hat verastkirin û heta 16ê Nîsanê hat dirêjkirin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku ji bilî pêwîstiyên mecbûrî wê destûr neyêd dayîn ku welatî derkevin derva lê xebatkarên tenduristiyê, dîplomat û karkerên Neteweyên Yekbûyî li dervayî qedexeyê ne.
Li HKIyê ji ber ku jimara kesên şewba Kovîd-19ê bi wan geriya zêde bû di 4ê Nîsanê da ji bo 48 saetan qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û di 6ê Nîsanê da jî hatibû dirêjkirin.