Li Hîzana navçeya Bidlîsê di çarçoveya Rojên Çand û Hunerê da konser hat dayîn.
Di çarçoveya çalakiya ku bi destê Qaymeqamtiya Hîzanê hat lidarxistin da Sînan Erkeker û Sercan Dîrekê konser da Hîzaniyan.
Konser li Navend Çandê ya Navçeyê hat dayîn û Hîzanî di konserê da kêfxweş bûn.
Erkeker û Dîrekê gotin ew kêfxweş in ku hatin Hîzanê û ji bo lidarxistina çalakiyê spasiya Qaymeqamtiyê kirin.
Qaymeqamê Hîzanê Mustafa Koleoglu, Şaredar Cezaîl Aktaş, Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Ebubekir Çakmak, amirên saziyan û gelek welatî beşdarû konserê bûn.