Li Hîzana navçeya Bidlîsê minîbusa gund qelibî şerampolê û ji ber qezayê 10 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.
Li texma gundê Kalkanliyê ku 40 kîlomêtro dûrî Hîzanê ye minîbusa gund ya bi plaqeya 65 AZ 282 ku Eyuphan Taş diajot qelibî şerampolê û di qezayê da 10 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.
Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Hîzanê minîbusa gund qelibî şerampolê û wiha got: "Di qezayê da 10 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê."
AA