Li İdlibê 6 esker şehîd ketin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ji ber êrîşa yekîneyên Rejimê li İdlibê 6 esker şehîd ketin.

Li İdlibê 6 esker şehîd ketin

Di daxuyaniya WPNyê da hat gotin li İdlibê ji bo ku rê li ber pevçûnan bê girtin yekîneyên teqwîye çûn herêmê ji hêla yekîneyên rejimê va hatin topbarankirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber avêtina topan 6 eskerên me şehîd bûn, 9 eskerên me jî birîndar bûn. Hedefên li herêmê bi saya hêzên me va derhal hatin tespîtkirin û bersiv hat dayîn, hedef hatin tehrîbkirin. Geşedan tên şopandin û tevdîrên hewce dikin jî tên dîtin. Vê bûyerê êş û xemgîniyeke mezin di me da peyda kir. Rehma Xwedê şehîdên me yên ezîz be, serê malbata wan a bikeder, Artêşa Türkiyeyê û gelê me yê biesil sax be. Xwedê şifayê bide personelên me yên birîndar."

Ji Kalinê Berdevkê Serokomariyê daxuyaniya li ser êrîşa li İdlibê: "Demildest bersiv dane vê êrîşa dijî mitabaqata Îdlibê. Xûna eskerên me wê li erdê nemîne, kiryar wê hesab bidin"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihand, demildest bervisa êrîşa ku 6 esker tê da şehîd ketin, hat dayîn.

Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, di guleyên ku rejima Suriyeyê agir kirin da li İdlibê çar eskerên me şehîd bûn, Xwedê rehma xwe li wan bike, serê malbatên wan sax be, Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne û wiha got: "Demildest bersiv dane vê êrîşa ku dijî mitabaqata İdlibê ye. Xûna eskerên me wê li erdê nemîne, kiryar wê hesab bidin."

Ji Serokê Meclisê Şentop bo eskerên şehîd peyama serxweşiyê:"Ez ji bo eskerên me yên qehreman ku li İdlibê şehîd bûn ji Xwedê rehmetê, ji bo eskerên me yên birîndar jî şifayê dixwazim. Bira serê miletê me yê ezîz sax be"

Serokê Meclisê Mustafa Şentop ji bo 6 eskerên ku li İdlibê şehîd bûn, peyama serxweşiyê belav kir.

Şentop di daxuyaniya li ser medyaya civakî Twitterê da wiha got, "Ez ji bo eskerên me yên qehreman ku li İdlibê şehîd bûn ji Xwedê rehmetê, ji bo eskerên me yên birîndar jî şifayê dixwazim. Bira serê miletê me yê ezîz sax be."

 Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun ragihand ku hesabê êrîşa qeleş a li İdlibê ku 4 esker şehîd bûn, dê were pirsîn.

Altun di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Bira serê miletê me sax be. Ez ji Xwedê ji bo şehîdên me yên qehreman rehmetê, ji bo eskerên me yên birîndar jî şifayê dixwazim. Dewleta me dê hesabê vê êrîşa qeleş bipirse."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE