Li Iğdırê bi lerza 4,4an erd hejiya

Hat daxuyandin erdhej 6,47 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

Li Iğdırê bi lerza 4,4an erd hejiya

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) daxuyand li Iğdırê bi lerza 4,4an erd hejiya.

Li gor agahiya li ser malpera înternetê ya AFADê di saet 02,29an da li navenda Iğdırê erdhej çêbû.

Hat daxuyandin erdhej 6,47 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

Welatî derketin derva

Navenda erdhejê her çiqas Iğdır û gundê Karaguneyê ya li ser Doğubeyazıta  Ağrıyê be jî li bajarên derûdorê jî welatî erdhejê hesiyan.

Ji ber îxtimala dîsa erdhej çêbibe welatî derketin derva û di wesayîtên xwe û li kolanan razan.

Welatî Eren Karagoz got wî wisa zen kiriye ku ew d xewna xwe da diheje û wiha dewam kir: "Birê min ez hişyar kirim. Em metel man û paşê em derketin derva."

Welatî Metîn Şiktaş da û Harun Cengiz jî gotin ew tirsiyane lê paşê ew bi malbatî derketine derva.

Li Bazîdê jî welatî ji ber erdhejê tirsiyan.

Welatî derketin derva jê hinek di wesayîtên xwe da runiştin, hinek jî li kuçeyan sekinîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE