Li Iğdırê ji ber lehiyê zirar çêbû

Li Iğdırê êvarê baraneke gur barî piştî wê li hin gundan lehî çêbû û zirar da der û dorê.

Li Iğdırê ji ber lehiyê zirar çêbû

 Li Iğdırê êvarê baraneke gur barî piştî wê li hin gundan lehî çêbû û zirar da der û dorê.

Li mezraya Zerapxaneyê ya li ser navçeya Tuzlucayê baran êvarê zêde barî. Li mezrayê lêhî çêbû hin mal û tewle di binê avê da man û çend heywan jî telef bûn.

Waliyê Iğdırê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm çû mezrayê ku herêmê bigere.

Sariîbrahîm bi gundiyan ra axivî û ji tîmên AFADê agahî hilda.

Walî Sariîbrahîm piştî ziyareta mezrayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber baranê ava çeman ji ser ra avêtiye û bûye sedema lêhiyê û wiha axivî: "Ji me ra gotin 2 zarok winda ne, lê şikir tu kes nemiriye. Hin mal û tewleyan zirar dîtiye, lê qaymeqamtiya me û AFAD wê di demeke kin da zirara wan çareser bikin. Em li gel gundiyên xwe ne, tu kes nemiriye. Ya girîng ew e ku zirar negîhîştiye tu canekî. Ji sibê pê va tîmên Îdareya Taybet a Bajêr wê li nav gund û cihê lêhî çêbûye zirarê ji holê rakin."

Hat daxuyandin tîmên AFADê jî sibê wê mezrayê xebatên tespîtkirina zirarê bikin.

Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albay Mustafa Ozdurhan jî bi Walî Sairîbrahîm ra herêmê geriya.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE