Li Iğdırê koçberên Efxanistanî şandin welatê wan

Li Iğdırê di nava 9 rojan da 1237 koçberên Efxanistanî şandin welatê wan

Li Iğdırê koçberên Efxanistanî şandin welatê wan

Li Iğdırê di 9 rojên dawîn da 1237 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî bi balafiran şandin Efanistanê.

Ji bo pêşîlêgirtina koçberên bêdestûr ên ku dixwazin bi rêya dereqanûnî bikevin welêt, kontrol dewam dikin. Kesên ku sînor derbas kirin jî bi destê hêzên ewlehiyê hatin girtin û li midûriyên Îdareya Koçê ya Bajêr tên dersînorkirin.

Di vê çarçoveyê da di navbera 5-13ê hezîranê da 1237 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî li bajarên cuda hatin girtin û ew anîn Midûriya Îdareya Koçê ya Bajarê Îdirê. Koçber li vê derê bi 8 balafirên charter hatin dersînorkirin.

Li Îdirê îsal bi 15 firînên charter bi tevahî 2 hezar û 794 koçberên bêdestûr ber bi welatê wan va hatin şandin.

- Jimara koçberên ku ber bi welatê wan va hatin şandin derket 37 hezar û 121an

Îsal li tevahiya welêt bi tevahî 37 hezar û 121 koçberên bêdestûr hatin şandin, heta niha jimara kesên ku hatin dersînorkirin jî li gor par ji sedî 89 zêde bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE