Li Iğdirê êrîşa terorî: 2 şehîd

Di êrîşa rêxistina terorî de 2 leşker şehîd ketin, 5 jî birîndar bûn

Li Iğdirê êrîşa terorî: 2 şehîd

Li Îdirê li ber sînorê Îranê di navbera hêzên ewlekariyê û rêxistina terorî de pevçûn derket. di encama pevçûnan de 2 leşker şehîd ketin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên leşkerî pevçûn li nêzî sînorê îranê rû daye.

5 leşkerên birîndar hatine rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ji bo dîtina terorîstan operasyoneke berfireh dest pê kir.

Hêzeke mezin a leşkerî ji bo piştgiriya operasyonê ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE